Şêrê Kurd Agît Kabayel Rîngên Almanyayê Hejandin: Serketineke Din a Dîrokî
NAVEND – Boksorê kurd ê giran-kîlo, Agît Kabayel, duh bi şev li bajarê Oberhausenê careke din nîşan da ku ew ber bi lûtkeya cîhanê ve gavan bi bawerî diavêje. Kabayel di maça parastina kembera xwe ya WBC Interim de, reqîbê xwe yê polonî Damian Knyba di raunda 3yan de bi teknîk nakautê (TKO) têk bir.

Coşa Kurdan li Arenayê: Ji bo piştgiriya Agît Kabayel, bi hezaran kurd ji çar aliyên Ewropayê berê xwe dabûn arenaya maçê. Di salona ku maç lê dihat lîstin de, alên rengîn û dirûşmên piştgiriyê deng vedan. Vê atmosfera germ a ku temaşevanên kurd afirandibû, hêzeke mezin da Agît û di seranserê maçê de coş û kelecana arenayê qet kêm nebû.

Nakauta di Raunda Sêyem de Hat: Maç bi stratejiyeke aqilmend dest pê kir. Her çiqas reqîbê wî Damian Knyba bi bejna xwe ya dirêj xwest avantajê bi dest bixe jî, Agît bi manevrayên zîrek di binê parastina reqîbê xwe de cih girt. Di raunda sêyem de, Kabayel bi lêdanên xurt ên li pey hev, reqîbê xwe bêçare hişt. Hakemê maçê, ji ber ku Knyba nekarî xwe biparêze, maç rawestand û Agît Kabayel wekî serketî ragihand.

Ala Rengîn li Rîngê û Silava ji bo Rojavayê: Piştî ku destê Agît wekî şampiyon hat hildan, kêliyên herî dîrokî û bi hestyarî yên şevê dest pê kirin. Agît Kabayel bi coşeke mezin rahişt Ala Kurdistanê, ew li nav rîngê bilind kir û bi dengekî bilind ber bi kamerayan ve peyama xwe ragihand.
Kabayel di daxuyaniya xwe de got: “Ez vê serketina xwe diyarî Rojava dikim û silavên xwe ji berxwedana Rojava re dişînim. Her bijî Kurdistan!”
Ev helwesta neteweyî û dilsoziya wî, ji aliyê temaşevanên li salonê ve bi deqeyan hat çepikandin û bîranîneke jibîrneçûyî di dîroka werzişa kurdî de cih girt.

Rêya Ber bi Şampiyoniya Cîhanê ve: Bi vê serketinê re, Agît Kabayel rekora xwe ya bêşikestin derxist 27-0. Ev encam nîşan dide ku Agît êdî berendamê herî xurt ê ji bo maça şampiyoniya cîhanê ye. Şêrê kurd bi vê serketina xwe, hem di kariyera boksê de gava ketiye qonaxeke nû û hem jî bi peyama xwe ya neteweyî cihê xwe di dilê mîlyonan de xurtir kiriye.
Nûçe: Şîyar Barmanî





