Maça Boksê: Agit Kabayel û Damian Knyba

Şîyar Barmanî

Agit Kabayel û Damian Knyba di Rîngê de ne Maça boksê ya di navbera Agit Kabayel û Damian Knyba de, dê di 10ê Rêbendana 2026an de li bajarê Oberhausen a Almanyayê pêk bê. Ev maç li Rudolf-Weber-Arenayê tê lidarxistin û wekî yek ji bûyerên herî girîng ên boksê ya sala nû tê hesibandin.

Maç ji bo çi ye? Ev pêşbirk ji bo kembera (qayîşa) demkî ya giran-kîlo ya WBCyê ye. Armanca Agit Kabayel ew e ku kembera xwe ya demkî biparêze; ji ber ku serkeftiyê vê maçê dê gaveke mezin ber bi şampiyoniya cîhanê ya rasteqîn ve bavêje.

Ka werin em bihev re, Şêrê Kurd Agîd û yê hemberî wî hinekî ji nêz de nas bikin;

Agit Kabayel kî ye? Agit Kabayel boksorekî kîlo-giran e ku li Almanyayê dijî û heta niha qet têk neçûye. Ew di kariyera xwe ya profesyonel de xwediyê 26 serkeftinan e û 18 maçên xwe bi KO (nakawt) bi ser xistiye. Di maça xwe ya dawî de, wî Zhilei Zhang bi nakawtê têk bir û kembera demkî ya WBCyê bi dest xist. Ev maç ji bo wî pir girîng e, ji ber ku piştî demeke dirêj ew ê careke din li welatê xwe û li ber çavê alîgirên xwe derkeve rîngê.

Agit, kurdekî ji Bazarcixa Mereşê ye (Bakurê Kurdistanê). Agîd yek ji boks girseyê yan her serfiraz ên Almanya ye. Heya niha di werzîşa xwe de gelekî profesyonel û serkeftî bûye. Hemû kurdên li çar hêlên Kurdistanê û li seranserê cîhanê li benda serkeftina wî ne; dilê her kesî bi “Şêrê Kurd” Agit re lê dide.

Agîd li benda pîştgirîya me ye. Heger yê ku nêzî Oberhausenê bin ango yê ku derfêta wan hebe ji kerema xwe re em biçin maçê û di vê roja girîng de alîgirtî û piştgirîya Şêrê Kurd bikin.

Em behsa hinek taybetîyê Agîd bikin;

– Zêde bi tecrübe û teknîk e.

– Di şerên dawî de li dijî navdarên mezin wek Frank Sanchez û Zhîleî Zhang bi serfirazî şer kir û di herdû pêşbirka de jî bi ser ket.

– Agîd derbi xwe hişk û giran lê dide. Di tevgera xwe de jî gelkî bilez e.

 

Damian Knyba kî ye? Damian Knyba boksorekî Polonyayî ye û ew jî mîna Agit heta niha têk neçûye. Di kariyera wî de 17 serkeftin hene. Bi bejna xwe ya 2 metre û 1 santîmetreyî, xwediyê avantajeke fîzîkî ya mezin e. Lêbelê, ew heta niha bi boksörên pir bi tecrûbe û navdar re rûbirû nehatiye; lewma ev maç dê ji bo wî bibe azmûna herî mezin.

Em hinekî behsa taybetîyê Damîan bikin:

– Kîlokî mezin û jîr e, bejna wî 2,01 mêtra ye. Ji ber vê yeke tevgera wî yî, ya bi gelemperî giran e.

– Hêj işyar e û di derbarê xwe da xwe aram nişan dide.

– Lê dîsa jî, ew gava di şerên girseyê ya pir astengdar de tê test kirin.

 

Girîngiya Maçê Ev maç ji bo boksa li Almanyayê xwedî girîngiyeke taybet e, ji ber ku gelek kes vê wekî “vegera boksê ya li Almanyayê” dibînin. Agit Kabayel dixwaze boksê li Almanyayê careke din populer bike. Piraniya pisporan ji ber tecrûbe, teknîk û hêza wî ya di rîngê de, Kabayel wekî favorî dibînin.

Zindî û Weşan Tê payîn ku ev maça girîng dê bi zindî ji aliyê kanala DAZNê ve bête weşandin.

Benzer Yazılarımız

F X T B in B @